Hêzên Rizgariya Efrînê, 2 çalakî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk anîn. Di herdu çalakiyan de, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
HRE’ê der barê herdu 2 çalakiyan de daxuyaniyek da.
Li gorî HRE:
11’ê Nîsanê, Hêzên Rizgariyê, 2 çalakiyên sabotajê li dijî artêşa Tirk li navçeya Şêrawa ya Efrînê pêk anîn.
Di encamê de, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Her wiha, 3 erebeyên leşkerî jî hatin teqandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku, ev herdu çalakî, ji bo tolhildana şehîd Egîd Şerqiya, Ferman Bilbilê û Xabûr Efrînê ne.
https://youtu.be/3WNRjj6QB_4



