Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî Joe Bîden û Kamal Harîs pîroz kir

Dezgehên çapemeniyê yên Amerîka ragihandin ku li gorî encamên dawî ya eyaleta Penselvaniya, Joe Biden di hilbijartinê de biser ketiye.

Ango êdî Biden serokê 46’ê yê Amerîkayê ye.

Lê wek fermî hîn Serokatiya Biden nehatiye ragihandin.

Seroka MSD’ê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, jî di nav de, serokên gelek dewletan, serkeftina namzetê demokratan Joe Biden pîroz kir.

Duh dezgehên çapemeniyê yên Amerîka ragihandin ku namzetê Partiya Demokrat Joe Biden bi saya dengên eyaleta Penselvaniya serkeftina di hilbijartinê de misoger kiriye.

Piştî vê ji bo Biden gelek welat û kesayet Biden pîroz kirin.

Rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Rêveberiya Xweser jî Joe Biden pîroz kirin.

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê twîtterê Joe Bîden û Kamal Harîs pîroz kir.

Îlham Ehemet di twîttera xwe de balkişand li ser helwesta Joe Biden ya di hilbijartinan de û got:

“Tişta ku herî em lê kêfxweş bûn, te nîşanê me da ku mirov dikare demokasiyê ne bi rêka şer bi rêka hilbijartinek aşîtiyane ve bîne, ev yek em gelekî kêfxweş kirin.

Bi alîkariya te, em dikarin Sûriyeke nû ku weke Amerîkayê xwedî demokresiyeke mezin e, avabikin.

Sûriya nû jî bi hevkariya bi te re wek Amerîkayê dikare bibe xwedî demokrasiyek mezin.”

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî Joe Bîden û Kamal Harîs pîroz kir.

“Serketina Joe Bîden û Kamala Harîs, a di hilbijartinê de, serkeftineke dîrokî ye.

Ji bo parastina destketiyên ku li dijî DAIŞ’ê hatine bidestxitin û ji bo avakirina pêşerojek baştir ji bo gelê Sûrî ew amade ne têkiliya xwe bi DYA’ê re baştir bikin.”

Her wiha Urdun, Iraq, Îmarat, Fransa û Brîtanya jî serkeftina Biden di hilbijartinan de pîroz kirin.

Back to top button