Balafirên artêşa Israîlê berbanga îro başûr û rojhilatê Xezzayê bombe û topbaran kirin.
Li gorî agahiyan, balafirên Israîlê 2 mûşek ber bi erdekî çandiniyê yê li rojhilatê bajarê
Refeh ve, avêtin.
Artêşa Israîlê jî mûşekek avête cihê çavdêriyê yê li rojhilatê taxa Zeytûn a Xezzayê û topek jî avêt nuqteyeke din li bajarokê Bêt Hanûn ê bakurê heman bajarî.
Berdevkê Artêşa Israîlê Runin Manlis da xuyakirin ku firokeyên şer û tankên wan li Xezzayê êrîşî baregehên tevgera Hemasê kir û ragihan: “Ev êrîş, weke betekekê ye li ser avêtina mûşekên duh.”
Manlis got: “Em ê li dijî her hewldaneke binpêkirina serweriya Israîlê, bi tundî derkevin.”
Artêşa Israîlê berî niha ragihadibû ku hin mûşek ji Xezzayê ber bi kombûnên Israîliyan ve hatine berdan.