Êrîş û zextên leşkerên Îranê li ser kolberan berdewam dikin, herî dawî kolberek din bi gulyên wan hat kuştin.
Li gorî agahiyên “Kolbernewsê”, duh leşkerên Îranê li gundê Nokan a li nêzî Qasim Reş a Serdeştê, êrîşî komeke kolber kir.
Di encama êrîşê de, kolberê bi navê Xalid Ehmedpor ê xelkê gundê Werdê jiyana xwe ji dest da.
Beriya 3 rojan jî, li Bane û Merîwan, di encama êrîşekê de, kolberekî jiyana xwe ji dest dabû û yek jî birîndar bûbû.