Rûspiyekî Qebîleya El-Egîdat bi mayînekê hat armanckirin

Li Dêra Zorê kesine nenas rûspiyekî qebîleya El-Egîdat bi mayînekê kir armanc, tenê zirarên madî çêbûn.

Duh derdora saet di 11:00’an de, li ber mala rûspiyê qebîleya El-Egîdat şêx Hisên Înad El-Mûfdî li gundê Ebû El-Nîtil yê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, mayînk teqiya.

Di encama teqîna mqayînê de; ziyanên madî çêbûn.

Jixwe ev cara duyemîn e ku şêx Hisên Înad El-Mûfdî tê armanckirin.

Cara yekemîn beriya 20 rojan dema ew ji bajarokê El-Siwer vedigeriya mala xwe, hat gulebarkirin.

Back to top button