Ji fermandarên Yekîneyên Parastina jinên Bêth Nehrên, Zenûbiya Artho salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku Damezirandina YPJ’ê nameyek ji bo hemû dijminane ku ew ê nikaribin vîna jinan bişkînin. Zenûbiya got: “ev yekîne ji bo hemû pêkhateyan hatiye avakirin.
Hêzên Parastina Jinên YPJ’ê, di 4’ê Nîsana 2013’an de li bajarê Dêrikê bi dirûşmeya “Ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê xwe di nava YPJ’ê de bi rêxistin bikin”bi awayekî fermî hate ragihandin.
Ji fermandarên YPJ’ê Bêth Nehrên Zenûbiya Artho axivî û salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku YPJ’ê tu cudabûn naxe navbera pêkhateyan, ji lew re DAIŞ`ê û artêşa dagirker herêmên me dikin armanc.
Zenûbiya got:
Di sala 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê ketin gundên asûriyan, jin revandin û şêniyên wê koçber kirin, lê YPJ’ê li dijî DAIŞ`ê şer kirin û derbên giran li wan dan.
Jinên suryanî hebûna xwe ya leşkerî, siyasî, civakî û aborî ava kir.
Zenûbiya Artho: YPJ ji bo hemû pêkhatiyan hatiye avakirin
fermandar Zenûbiya Artho bal kişand ser êriş û komkujiyên li dijî jinan û wiha domand:
Di dîrokê de gelek cureyên destdirêjiyê li dijî jinan pêk hatiye, lê îro bi avakirina artêşeke taybet, bi jinan nameyek gihand dijminan ku ew hene û tu kes nikare vîna wan tune bike.
Ji fermandaran Hêzên Parastina Jinên Bêth Nehrên Zenûbiya Artho bang li hemû jinan kir ku hevgirtina xwe çêkin û cihê xwe di nava YPJ de bigirin û li dijî hemû gefan bisekinin.