Firneyên bajarokê Silûkê ji ber buhabûna sotemeniyê tên girtin

Li bajarokê Silûkê yê dagirkirî ji ber bilindkirina nirxê sotmeniyê Firnên nan hatin girtin.

Li gorî çavkaniyan, xwediyên Firinên nan yên bajaroka Silûkê ya Girê Spî yê dagirkirî ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ketin grevê û firinên xwe girtin.

Hat ragihandin serçete “Ebû Elî” ku berpirsê aborî yê çeteyên Cebha El-Şamiya ye sotemeniya ku di deriyê “Tifaha Salhayê” re derbas dibe, kesybaz dike û bi nirxên bilind difroşe.”

Çavkaniyê da zanîn ku nirxê her bermîleke ku berê bi 160 hezar lîreyên Sûriyê dihat firotin, niha bi 400 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin..

Li dijî vê gendeliyê û van nêzîkatiyan şênî bi hêrs in û firn jî hatin girtin.

Back to top button