Amerîka baregehên Heşda Şebî yên li ser sînorê Sûriyê bombebaran kirin-HAT NÛKIRIN

DYA careke din li dijî çekdarên alîgirên Îran yên li Iraq û Sûrî êrişên hewayî pêk anî. Iraqê li dijî vê yekê dest bi lêkolînê kir û êriş jî weke binpêkirina serweriya xaka welat pênase kir. Her wiha Iraqê banga aramiyê li aliyan kir.

Piştî êrişa li dijî navendên DYA yên li Iraqê, Pentagonê li hember navendên alîgirên Îran yên li Iraq û Sûriyê êrişên hewayî pêk anî.

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) di daxuyaniya nivîskî ya doh dayî de ragihand ku navenda oparasyon û depokirina çekên li Sûriye û xalek jî ya li Iraqê kirine armanc.

Pentagonê têkildarî jimara kuştî û birîndarên di êrişê de ti agahî parve nekir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirova ji aliyê xwe ve ragihand ku 5 çekdar li Sûriyê hatine kuştin û birîndar jî hene.

Dezgehên çapemeniya hikumeta Şamê jî îdia kirin ku di êrişê de zarokek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Pentagon ragihand ku êriş bi fermana serok Joe Biden pêk hatiye.

Serokê DYA Biden, bi hatina li ser deshilata welat û heta niha ev êrişa duyemîne ku li dijî çekdarên alîgirê Îranê pêk tê.

Biden herî dawî bi armanca êrîşa Sibatê li hember hêzên wan yên li Iraqê, fermana pêkanîna êrişeke hewayî ya li Sûrî dabû.

Pentagon di daxuyaniya xwe de got:

Di van êrişan de weke ku hatî xuyakirin, Serok Biden di parastina xebatkaran de helwesta xwe zelale.

Pentagonê diyar kir ku di nava komên ku navendên wan kirine armanc de, Ketîbeya Hizbullah û ketîbeya Seyîd El Şuheda hene yên Îran piştevaniya wan dikin hene.

Iraq derbarê êrişê de lêpirsîn da despêkirin

Iraqê jî êriş bi binpêkirina serwerdiya xaka welat binavkir û dest bi lêpirsînê kir.

Berdevkê Sererkaniya Giştî û Serokwezîrtiya Iraqê Yehya Resûl têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û wiha got:

Têkildarî êrişa DYA ya ku li dijî herêma sîrnorê Sûrî pêk aniyî, lêpirsîn hate despêkirin.

Li gorî peymanên navnetewî, ev yek binpêkirina serwerî û ewlehiya netewî ye.

Resûl êrîş şermezar kir û banga aramiyê li aliyan kir.

Komên çekdarên alîgirên Îranê dibêjin, ew jî wê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û bersivê bidin.

Îran: Êrişa DYA ewlehiya li herêmê têk dibe

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seyîd Xetîbzade li dijî êrişê bertek nîşan da û got:

Ev êrîş tenê ewlehî û aramiya li herêmê têk dibe.

Back to top button