12 hunermendan klîpa “Êdî Bes e” belav kir

Hunermendên Kurd di bin navnîşana Qêrîna Hunermendan li hev kom û klîpek bi navê “Êdî Bes e” belav kir û tê da bang li Kurdan dikin, bibin yek û heya mirinê li kêleka hev bin.

Ev Stran ji gotinên Helbestvanê Nemir, Seydayê Cegerxwîn in, derhêneriya Mûzîkê Gîvara Aştî û derhêneriya klîpê jî Zekeriya Efrîn kiriye.

Bi rêya vê stranê hunermend diqîrin û ji li Kurdan re dibêjin êdî bes e, bibin yek û li hemberî dijminê xwe li kêleka hev bin.

Back to top button