Li Başûrê Meribê navbera Hûsî û hêzên Yemenê de şerekî giran rû da

Li Başûrê parêzgeha Merib a Bakur-Rojhilatê Yemenê di navbera Artêşa Yemenî û çekdarên Hûsî de şerên giran rû da.

Navenda Ragîhandinê ya Artêşa Yemenê derbarê mijarê de dîmen weşandin û diyar kirin ku di encama şerê li Başûrê Meribê de hêzên Artêşa Yemenê gavan paş de davêjin.

Bêyî hejmar werin destnîşan kirin, hate gotin ku di encamê de zirareke mezin di aliyê madî û canî de gihaye çekdarên Hûsî de çêbûye û bi dehan kuştiyên wan çêbûne.

Gelek deverên stratejîk jî ji destên çekdarên Hûsî hatin derxistin..

Li gorî navendê balafirên Koalsîyona Erebî ya li Dijî Hûsiyîn ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, di aliyê ezmanî de piştgiriya Artêşa Yemenê dikir û bê navber bargehên Hûsiyîn bombebaran dikirin.

Back to top button