Şêniyên bajarokê Taşlok bi awayekî komînal navenda meclisa xwe avakirin

Şêniyên bajarokê Taşlok û gundewarên wê bi xebateke bi hevre, navendek ji bo meclisa bajarokê xwe ava kirin.

Meclisa Bajarokê Taşlokê ya navçeya Şêran a bajarê Kobanê Adara 2018`an hate avakirin.

Destpêkê xebatên meclisê di mala şêniyekî de dihat meşandin.

Ji ber ku cihê meclisê teng bû û her komîteyek li cihekî bû, karê komîteyan bi zehmetî dihate kirin..

Li ser pêşînyara şêniyên bajarok, pere hatin komkirin û bi hevkariya bi hev re, navendek bo meclisê ava kirin.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Meclisa Bajarokê Taşlok Nadya Hiso destnîşan kir ku ji bo avakirina meclisê şêniyan erdek bi rûbera 440 metre çargoşe da û her ferdek li gorî derfetên xwe tev li avakirina navendê bû.

Nadya Hiso diyar kir ku wan bi rihê komînal projeya xwe serxistin.

Ebd Mihemed ê yek ji şêniyên bajarok ku destek daye projeya avakirina avahiya meclisê diyar kir ku wek erek wan vê yekî ji bo xwe kir.

Back to top button