Serketina Kobanê bû fîlm

Di rojeke weke îro de, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê temamkirina filma sînema ya binavê “Kobanê” ragihand.
Fîlm ji aliyê derhêner Ozlem Yaşar ve hatiye amadekirin û wê di demên pêş were nîşandan.

Serkeftina li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi berxwedana Kobanê re di dîroka têkoşînê de rûpeleke nû vekir.

Vê encama serkeftî hişt ku doza gelê Kurd û lehengiya jinan li cîhanê belav bibe.

Lewma gelek pirtûk hatin nivîsandin û belgefîlm hatin çêkirin.

Niha jî berxwedana ku serkeftina dîrokî li kobanê afirand dibe fîlm.

Fîlmê binavê “Kobanê” Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye amade kirin û derhêneriya wê Ozlem Yaşar kiriye.

Di fîlm de pêvajoya êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an li dijî Kobanê û şerê piştî wê hatiye vegotin.

Beşên fîlm li Kobanê, Tebqa û Firatê hatine kişandin.

Gelek sînemagerên Komûna Fîlman a Rojava, enternasyonalîst û Kurd tê de cîh girtin.

Derhêner Ozlem Yaşar diyar kir ku dema wan fîlmê xwe dikişand, dewleta Tirk carnan êriş dikirin û got:

Serhildana Kobanê hişt dilê her kesî li Rojava lê bide.

Berxwedêrên Kobanû biryardariya serkeftinê nîşanî hemû cîhanê dan. Lewma ji bo hemû mirovahiyê bûn hêvî.

Ozlem Yaşar anî ziman ku fîlm bi awayekî xwezayî li Kobanê pêş ketiye û wiha dewam kir:

Piraniya kesên cihê xwe di nava xebata fîlm de girtin şahidên şerê Kobanê bûn.

Gelek kesên wê demê di nava refên YPG û YPJ’ê de cîh digirtin, di fîlm de lîstin.
Kesên bi rola xebatkarên tenduristiyê û dayikên ku li eniyên paş ji şervanan re xwarin çêdikirin..

Derhêner Yaşar diyar kir ku yek ji tiştên herî zêde ruh daye fîlm cih û got:

Li vir hêj şopên şer pir zindî ne. Her cihê ku me fîlm lê dikişand, em rastî şopên şer dihatin.

Me hewl da tişta heyî bi rengekî herî baş û herî rast nîşan bidin.

Tişta herî mezin ku em bikarin bikin ev e, divê em rêz û hurmeta xwe bi hunera xwe nîşanî lehengên Kobanê bidin.

Back to top button