Hunermendê Kurd Selah Resûl di 27’ê cotmeha borî de li nexweşxaneyeke li Almaniyayê di 69 salîya xwe jiyana xwe ji dest da.
Îro bi tevlîbûna Hunermend, rewşenbîr û Şêniyan Selah Resûl bi merasîmeke li Qamişlo hate oxirkirin.
Hunermend Selah Resûl ji taxa Enteriyê ya Qamişlo ye û di 1952’yan de ji dayik bûye.
Duh, cenazeyê hunermend Selah Resûl di dergehê Sêmalkayê re gihaşt Rojava.
Yekitiya Hunermendan a herêma Cizîrê îro merasîma oxirkirinê li Qamişlo li dar xist.
Hezkiriyên Hunermend Selah, yekitiyên huner û çandê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Di konê sersaxiyê de Birayê hunermend Selah Resûl, Mela Elî Resûl ji ajansa ANHA’yê re wiha got:
“Di 1980’î de strana kurdî bi pêş xist û bêyî tirs di cejnên kurdî de mîna Newrozê distra û koma balê ava kir.”