Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ku di encamê de 5 endamên ciwanên şoreşger û jinên şoreşger li Kobanê şehîd bûbûn de, meşeke meşaleyî li dar xist.
Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef ber bi taxa yekem a li bakurê bajêr dest pê kir.
Ciwanan di meşê de pankartên “Ciwanên Şoreşger nûnertiya gel û şoreşê dikin û bi xwîna şehîdan emê agirê serhildanê pêxin” û wêneyên şehîdan hildan.
Di meşê de şêniyan soza tolhildanê da û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û fedekariyên şehîdan bilind kirin.
Piştî meşê li ser navê ciwanan daxuyaniyek hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe ve biratiya gelan dike armanc.
Tevahî dizanîn ku êrişên Erdoganê faşîst û sîxurên wî nîşaneya tirs û binketina wan e.
Êriş me lawaz nakin, lê belê israra me ya li ser tohildanê bilintir dike û em ji ajan û îxanetan re dibêjin ku em ê bersiva van êrişan du qatî zêde bidin.



