TEV-DEM: Newroz rastiya hevgirtin û yekîtiyê ye

Tevgera Civaka Demokratîk û Konseya Rêveber ya KNK’ê jî bi daxuyaniyên cuda Newroza 2022’an li tevahiya gelê Kurd pîroz kirin. Aliyan bang li gel kirin ku bi serbilindahiya serkeftin û destkeftiyên berxwedana Gurzê Gelan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Newrozê peyamek weşand û Newroz li gelê Kurd pêroz kir.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got:

Newroz ji cejnên herî kevn ên neteweyî di dîrokî de ye û xwedî mîrateyeke dîrokî ya demdirêj a berxwedan û têkoşînê ye.

Newroz rastiya hevgirtin û yekitiya hemû çandên civakî yên li Mezopotamya li hember dîktatorên wê serdemê îfade dike.

Ji bo tevahî gelên Mezopotamyayê meşaleya agir a pîroz, nîşaneya serkeftina rasteqîn a îradeya civakên azad e.

TEV-DEM’ê bang li gel kir ku bi serbilindahiya serkeftin û destkeftiyên berxwedana Gurzê Gelan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

KNK: Newroz roja berxwedanê ye

Konseya Rêveber ya KNK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da, newroza 2022’an li gelê Kurd pîroz kir û got:

Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e.

Newroz roja berxwedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zulmê ye, Newroz cejna azadiyê ye.

Îro di asta navneteweyî de Newroz weke cejna gelê Kurd tê naskirin.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e.

Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin.

Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê hewl didin naveroka Newrozê pûç bikin û wê ji wateya wê dûr bixin.

Lê li gel hemî astengiyên dagirkeran, dîsa jî Newroz bi wateya xwe tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

KNK’ê anî ziman ku ew ê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û hêvî kir ku Newroza îsal bibe çeperê yekîtiya navxweyî û serkevtinên mezintir.

Back to top button