Ji meha Adarê ve şerê li Ukraynayê dewam dike. Piştî dorpêç û êrişên giran, Rûsyayê ragihand ku wan bajarê Marîupolê xist bin kontrolê. Bi vî awayî, hemê axa Ukrayna ya dikeve aliyê peravên Derya Azakê ket bin serweriya Rûsyayê..
Bêtirî 2 mehan e di navbera Rûsya û Ukrayanyê de şerê dijwar dewam dike.
Ji wê demê ve hêzên artêşa Rûsyayê bajarê deryayê Marîupolê dorpêç kiribûn.
Û îro hat ragihandin ku hêzên Rûsya bajêr xistin bin kontrola xwe.
Li gorî nûçeya Ajansa Înterfaxê, serokê Rûsyayê Pûtîn kontrolkirina Mrîupolê piştrast kir û ji ber vê yekê pîrozbahî li wezîrê parastinê Sergey Şoygu kir.
Wezîrê parastinê jî îdîa kir ku rewşa li bajêr aram e û got, xelkê sivîl dikare vegere cih û warên xwe.
Di vê navberê de hat gotin, li bajarê Marîupolê derdora 2 hezar leşkerên Ukraynayê li nava Fabrîkayekê asê mane.
Ajansa Reutersê jî ragihand ku leşkerên Ukraynayî li baregehên bin-erd ên derdora fabraîkayê bicih bûne.
Li gorî agahiyên çapemeniya Rûs, serok-dewlet Pûtîn feramn daye artêşê ku li şûna êrişê derdora fabrîkayê dorpêç bikin û gotiye,
Ew ê nehêlin yek leşler jî ji baregehên bin erd derkeve.
Pûtîn ragihand ku heta leşkerên Ukraynayê teslîm bibin, ew ê dorpêçê dewam bikin.
Ji aliyê din ve serokê Ukraynayê Zelenskî jî diyar kir ku derdora hezar sivîlî xwe spartiye fabrîkayê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku ji destpêka şer ve 142 hezar sivîl ji bajarê Marîupolê hatine derxistin.



