Nivîkarê Iraqî Henûş: Bêdengiya li hember vê êrişê nayê qebûlkirin

Derbarê Êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Iraqê û ya herêmê, bertek zêde dibin. Nivîskarê Iraqî Semîr Henûş, Rojnamevan Nîhad Kaya û Fehîm Işik jî diyar kirin armanca êrişan hebûna Kurdan e û hat gotin, divê herkes li ber van êrişan rabe û dengê xwe bilind bike.

Nivîskar û rojnamevanan têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê helwest nîşandan.

Nivîskarê Iraqî Semîr Dawûd Henûş têkildarî êrişan û bêdengî û hevkariya Iraqê û PDK`ê ji rojnameya El-Ereb nivisand..

Henûş işaret bi bêdengî û rewakirina êrişan bi lihevkirinên berê yên bi Sedam Huseyn re dike û dibêje: “Ev nabe sedem ku vê bêdengiyê efû bikin. Nexasim ku bi êrişên dewleta Tirk re, berhemên binerd û gund wêran bûn.”

Henûş diyar kir bêdengiya rayedarên başûrê Kurdistanê, hewldaneke ji bo razîkirina Tirkiyê ye û got; “Divê herkes li ber van êrişan rabe.”

Nîhat Kaya: Divê Kurd li ber van êrişên qirkirinê rabin

Rojnamevan Nîhad Kaya jî derbarê êrişên dagirkeriyê de ji ajansa ANHA’yê re axivî…

Nîhad Kaya diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji Başûrê Kurdistanê heta Helebê Mîsaqî Millî pêk bîne û got: “Erdogan dev ji vê planê bernedaye û bi hemû rêbazan hewl dide pêk bîne.”

Li ser pirsa ku Wezîrê Hundirîn yê Tirk Suleyman Soylu behsa berfirehkirina herêmên dagir li Iraq û Sûriyê kir jî Nîhad Kaya ev nirxandin kir:

“Çi li herêmên Idlib, Efrîn û Cerablusê pêk tên em dibînin..

Dixwazin wan jî mîna Lîwaa Iskenderon ji Sûriyê qut bikin. Lêkirina Baregeh û dîwaran di navbera Efrîn û Şehbayê de vê eşker dike..

Vê siyasetê li Iraqê bi hincet hebûna PKK`ê dimeşîne û ev jî encama zihniyeta dagirkerî ye.”

Rojnamevan Nîhad Kaya li ser pêvajoya niha û çi ji her Kurdekî tê xwestin jî got:

“Şer tê û armanca vî şerî kurd e.

Kurd dê serkevin û naskirinê bi dest bixin an jî werin qirkirin..

Divê li dijî van êrişan hemû dakevin qadan.”

Fehîm Işik: Ev êriş jî wê nikaribe berxwedana gerîla têk bibe

Rojnamevan Fehîm Işik jî êrişên dewleta Tirk bi piştevaniya PDK’ê ji ajansa Mezopotamiya re nirxand..

Işik anî ziman ku ev “operasyona” ku Hulisî Akar jê re dibêje “operasyona herî berfireh” bi piştevaniya PDK’ê pêk tê û got:

Bi van êrişan re konseptek nû ya êrişan li dijî kurdan di dewrê de ye.

Tevahiya muxalefetê û desthilata Tirk li ser xeyalên Osmantiyê li dijî kurdan bûye yek..

Armanca Tirkiyê ew e başûr bixe bin serweriya xwe û statûya gelê kurd têk bibe.”

Fehîm Işik diyar kir wê ev êriş jî nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibe.

Back to top button