Pêmgava paqijiyê ya ku TEV-DEM’ê daye destpêkirin li taxên Qamişoyê dewam dike.
Îro endamên Odeya Bazirganiyê, Esnafan û şêniyên taxa Enteriyê beşdarî pêngava paqijiyê ya li taxê bûn.
Welatiyan ji çerxerêya Şehîdên Entersyonal a li taxê dest bi paqijiyê kirin û qad û kolanên heta bi Goristana Şehîdan û çarxerêya Efrînê paqijkirin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di 28’ê Adarê de dest bi pêngava “paqijiya bajar ji paqijiya civakê ye” kiribû.
Heta niha qad û kolanên sereke yên Qamişlo hatine paqijkirin.