Li Hesekê şehîdên meha Nîsanê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan 58 şehîdên meha Nîsanê bi merasimekê bibîranîn. Di merasimê de qala êrişan hate kirin û pêwîstiya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hat diyarkirin.

Merasîma bîranînê li goristana Şehîd Dijwar ya bajarê Hesekê hate li darxistin.

Bi dehan kes ji malbatên şehîdan, welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got:

“Divê em li dijî êrişan hemû hêza xwe bisekinin û destkeftiyên xwe ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo jî diyar kir dê têkoşîna wan heta rizgeriya bajarên dagirkirî dewam bike.

Merasîm bi nîşandana sivizyonekê li ser jiyana 58 şehîdên meha Nîsanê bidawî bû.

Back to top button