Bi pêşengiya dayikên aştiyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla pêk tîne, li Stenbol û Nisêbînê meş hat lidarxistin.
Dayîkan di nirxandinên xwe de berteke tund li dijî PDK”ê nîşandan û gotin.
“Ger tu dibêje ez kurdim, dawî li hevkairya xwe bi dijminê gelê kurd re bîne.”
Bi pêşengiya Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, li dijî êriş û hevkariya PDK’ê li Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin.
Dayîka Denîz Poyraz, Sêvê demîr jî di nav de gelek dayîk û endamê meclisa jinan a HDP’ê di çalakiyê de amade bûn.
Çalakiyan dayîkan bi xwendina çerxa şorêşê destpêkir.
Di şahiyê de Fehîme Poyraz dayika Denîz Poyrazê ewilî axivî û diyar kir ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Çalakgera “Nobeta Edaletê” a li Stenbolê Fînce Akman jî girêdana xwe bi şehîdan re wiha anî ziman
Dayika Aştiyê: Barzanî zarokên Kurdan dikuje
Berdevka Înîsyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Behiya Yalçin jî hevkariya PDK’ê bi van gotinan Şermezar kir:
Jinan piştî axaftinan li ser rêya Yakacik a E5’ê dest bi meşê kirin.