Girtiyê nexweş Abdullah Ece yê 73 salî jiyana xwe dest da

Li girtîgehên Tirkiyê sûc û binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş bi dawî nabin.
Girtiyê nexweş Abdullah Ece ku li Girtîgeha Bucayê ya Îzmîrê dihat girtin, jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a qirker û faşîst, zext û polîtîkayên êşkenceyê yên li dijî girtiyên nexweş didomîne.

Girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê de nayên derman kirin û yên cezaya wan qediyayê jî nayên berdan.

Di encama van sûc binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û didin.

Hate ragihandin girtiyê nexweş ê 73 salî Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da.

Abdullah Ece di 5’ê nîsanê de bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketibû.

Hat zanîn ku piştî nexweşiya Abdullah Ece giran bû rakirine nexweşxaneyê û îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Ji be ku cezayê Abdullah Ece kêmî salekî bû diviyabû ku di hezîrana 2021’an de bê berdan.

Lê li gel rapora rewşa baş a girtîgehê jî ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve nehat berdan.

Cenazeyê Abdullah Ecê wê li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê bê veşartin.

Back to top button