Kongra Star a Helebê êrişên Tirkiyê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir dibin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrişan bûne mertal û bi çalakiyên cuda van êrişan şermezar dikin. Îro jî li herêmê çalakî hebûn.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê çalakî hatin lidarxistin.

Îro Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk û bêdengiya civata navnetewî a li hember van êrişan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên binpêkirina qanûn û peymanên agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezar kirin.

Konra Star bang li civata navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir li hember van sûc û binpêkirinên ku Tirkiyê pêk tîne, bi erkên xwe rabin û projeyên wê yên mêtîngeriyê bi dawî bikin.

PYD’ê derbarê êrişan de li Til Temirê civînek ji gel re lidarxist

Li navçeya Til Temirê jî bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya herêmê PYD’ê civînek ji gel re li darxist.

Civîn li Hola El-Xeyma hate lidarxistin û welatiyên navçeyê, endamên sazîyan amade bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî yê PYD’ê Ednan Kalo axivî û balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi armanca têkbirina aramiya li herêmê ye.

Tirkiyê dixwaze bi rêya van êrişan îradeya gelên herêmê bişkîne, da ku gel dev ji projeya Rêveberiya Xweser û netewa demokratîk berdin.

Ednan Kalo da zanîn ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi armanca qirkirina gelê Kurd e.

Kalo di dawiyê de anî ziman ku divê gel li dijî êrişan hişyar û têkoşîna xwe xwe bilind bike.

Back to top button