Kongreya 9. a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê tê lidarxistin

Kongreya 9’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê bi beşdariya bi sedan kesî tê lidarxistin. Di kongreyê de bang li civaka navnetewî hat kirin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest be û her wiha banga azadiya Ocalan hat kirin. Di axaftinên di kongreyê de li ser rola pêşeng ya PYD’ê niqaş hatin kirin. Kongre wê sibê jî dewam bike.

Bi dirûşma “Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin”, 9’emîn Kongraya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hola Serdem a bajarê Hesekê, tê lidarxistin.

Di kongreyê de 700 delege ji nûnerên Rêveberiya xweser, TEV-DEM, endam û nûnerên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê, nûnerên 32 partî siyasî yên erebî, suryanî û saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûnên siyasî yên Kurdî, beşdar bûn.

Hevserokên PYD: Tirkiye di nava bêdengiya civaka navnetewî de êrîşî Kurdan dike

Beriya kongre destpê bike, di şexsê Şehîd Ferhad Şiblî de, ji bo bîranîna şehîdan, deqeyek rêz hat girtin.

Axaftina vekirina kongereyê ji aliyê Hevserokên PYD’ê Ayşe Hiso û Enwer Mislim ve hat kirin.

Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim bal kişand ser êrîşên Tirkiye û got: “Çi li Başûrê Kurdistanê be an Bakur û Rojhilatê Sûriyê be êrişî herêmên ewle dike.

Tirkiye di nava bêdengiya civata navneteweyî û dewletên garantor de êrîş dike.

Wan destûr dane Tirkiyê da ku sûcên herî hovane pêk bîne û sivîlan qetil bike.

Divê civaka navntewî li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide.”

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî teqez kir ku fesefeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, ne tenê projeyek ji bo demokratîkkirina Sûriyê ye, lê belê projeyeke ku dikare li ser asta Rojhilata Navîn û cîhan be jî, ji lewra PYD’ê vê felsefeya ji xwe re bingeh girt.

Beşdarên Kongreyê banga Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Di kongreyê de her wiha Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman, Endama konfedrasyona Gaziyan Delîla Kobanî û Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî axivîn.

Kesên axivîn diyar kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê û êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, bidawîkirina xiyaneta PDK’ê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, divê xebateke hevpar were meşandin

Di kongreyê de 12 welatparêz hatin xelatkirin

Piştî axaftinan Endamên Desteya Hevserokatiya PYD`ê, 12 kesayetên welatparêz ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xelat kirin.

Paşê senevîzyonek li ser kar û xebatên partiyê û armancên wê hat pêşandan û kongre li dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Li gorî komîteya amadekar, Kongre dê du rojan dewam bike.

Di kongreyê de, dê rapora salane ya xebatên PYD`ê û rêziknameya wê were xwendin û were erêkirin.

Her wiha dê hevserok û meclisa nû ya partiyê werin hilbijartin.

Kongre sibe dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Back to top button