Jinên bakûr û rojhilatê Sûriyê gilînameyek pêşkêşî berpirsa NY kirin

Têkildarî sûcên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ku li dijî jinan tên kirin, Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gilînameyek pêşkêşî berpirsa taybet a tundiya li ser jinan a NY`yê kirin.

Rêxistin tevî jinên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî îşkenceyê hatine civiyan

Rêxistinan di gilînameya xwe de diyar kirin ku dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî girêdayî qedexekirina bûyerên tundiya li dijî jinan nabe.

Li gorî gilînameyê, di navbera Cotmeha 2020’an û Îlona 2021’ê de li herêma Efrînê 54 jin hatine girtin.

Di girtîgehan de jî rastî hemû cureyên îşkenceyê tên.

Rêxistinan ku gilîname îmze kirine pêşkêşî berpirsa taybet a tundiya li ser jinan a NY`yê Rîm Salim kirin.

Tê payîn berpirsa NY`yê di navbera 18 û 27`ê Tîrmeha 2022`an de biçe Tirkiyê.

Rîm Salim a ji Urdunê, ji Tebaxa 2021’an ve berpirsa taybet a sûcên li dijî jinan a NY`î ye.

Back to top button