![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2022/07/5.jpg)
Mamoste û welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber helwesta PDK”ê ya neyînî dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kurdistnê êrişên xwe zêdekiriye û didomîne.
Mamostayê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Soran, Hendên derbarê xiyaneta PDK‘ê bertek nîşan da.
Hendên anî ziman ku PDK’ê bi xwe beşek ji proseya sîxûriyê û xiyaneta navxweyî ye û got:
”Eger xiyanet û sîxûrî nebe, dronên Tirkiyê dê nikaribin bighêjin Germiyan û li armanca xwe bidin.”
Xelkê Silêmaniyê: Bêdengiya hikûmeta sedema êrişan e
Şêniyên Silêmaniyê jî derbarê heman mijarê de axivî û dagirkeriya dewleta Tirk red kirin.
Şêniyan da zanîn ku bêdengiya hikûmeta Başûr sedema zêdebûna êrişên li dijî Başûr e.
Her wiha bang li hikûmeta Başûr kir ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest be.