Endamê Meclisa Giştî ya PYD Mihemed Emîn Elîko ,Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarê wê Sîham Hemo diyar kirin
divê hemû beşên civakê şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne.
Emîn Elîko anî ziman di wexteke wiha de giringî bi şerê gelê şoreşgerî heye û got :
“Divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bîne, kesên ku bikaribin çek rakin werin birêxistinkirin û perwerdekirin.”
Elîko tekez kir divê her kes her kes rastiya jiyana azad û birûmet nas bike û xwe li dijî şerê taybet biparêze.
Sîham Hemo: Dewleta Tirk a dagirker êrişî projeya neteweya demokratîk dike
Sîham Hemo jî li dijî êrişên li ser herêmê bertek nîşan da.
Sîham dibêje :
“Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku tirsê di nav welatiyan de belav bike.
Da ku gundan ji niştecihên wê vala bikin .
Lewma divê şênî bi xaka xwe ve girêdayî bin û ji malên xwe dernekevin.”



