Pakistanê…Ji ber felaketa lehiyê jimara kesên mirî gihişt 198’an

Li Pakistanê bîlançoya kesên ji ber felaketa lehiyê jiyana xwe ji dest dane giran dibe.
Hate ragihandin ku heta niha 198 kesî ji ber lehiyê mirin e.
Rêveberiya welat jî hişyariya wê yekê da ku eger çareseriyek bû guherîna avhewa neyê dîtin wê rewş aloztir bibe.

Di karesata lehiyê ya ku ji ber barana mûsonê ya ku li Pakistanê bi bandor e, hejmara miriyan zêde dibe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 7 kesên din mirine.

Bi vê yekê re, jimara kesên ku di lehiyê de heta niha jiyana xwe ji dest dane derket 198’an.

Piştî ragihandina rewşa awarte li seranserê eyaleta Şengalê, rayedaran banga avakirina odeyên kontrolê li hemû ofîsên tenduristiyê û nexweşxaneyên navçeyê kirin.

Wezîra Guhertina Avhewayê ya Pakîstanê Sherry Rehman di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku îsal li gorî salên din ji sedî 87 baran barîna mûsonê zêdetir bûye.

Rehman diyar kir ku li hemberî guherîna avhewayê Pakistan di nav 10 welatên herî metirsîdar ên cîhanê de ye.

Rehman anî ziman ku ji bo kêmkirina bandora guherîna avhewayê divê tedbîr bên girtin û ev tişt anî ziman:

Eger nebe wê di paşerojê de rewş xirabtir bibe.

Divê em bizanibin ku ev yek tenê destpêkeke û divê em jê re amade bin.”

Back to top button