Dewleta Tirk gundên Şehba û Til Rifet topbaran kir

Duh gelek dever ji aliyê dewlet Tirk ve hat topbaran kirin.
Dagirkeran gundên TIl Temir , Şehba û Til Rifetê topbaran kir.

Dewleta Tirk derengî şevê navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran kirin .

Beriya wê jî dagirkeran gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê topbaran kir .

di encama êrişa Tirkiyê li ser gundê Til Cuma de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bû

Di heman çarçoveyê de dewleta Tirk gundê Tewîla û Til Cuma yê Asuriyan ên Til Temirê topbaran kir .

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa li ser gundê Til Cuma de şervanekê wan şehîd bû.

Back to top button