Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdxistina akademisyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, “Hikûmeta Başûrê kurdistanê û bi taybetî jî PDK berpirs in.
Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku Nagîhan bi îrade, cesaret û hezkirinek mezin slogana Jin, Jiyan, Azadî zivirandiye pratîkê û got: Ev êrîş bi hedef, bi zanêbûn û sistematîk li hemû aliyên Kurdistanê li dijî şoreşa jin û gelan tê kirin.
Kuştina jinên pêşeng siyaseta dewleta kujer a Tirk e.
Dewleta Tirk bi îstixbatata xwe MIT û alikariya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li bajarê Silemaniyê çalakvan û pêşengên civakê dike hedef.
Hikûmeta Başûrê kurdistanê û bi taybet PDK jî berpirsê şehîd xistina pêşengên gel in.
Kongra Star got, em vê êrişa hovane a li hemberî hevala me Nagîhan bi tundî şermezar dikin.
Divê pêşiya êrîşên vê şewazê were girtin.
Di demek wiha de divê em hêrsa li hemberî şehîdxistina Nagîhan bizivirinin berxwedanek hîn xurtir.