HPG: Li Metînayê 9 dagirker hatin kuştin

Li herêma Metînayê gerîlla li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di encamê de 9 leşker hatin kuştin.
Her wiha 2 çeper hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê li herêma Metînayê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku gerîllayên wan li dijî êrişên dagirkeran di nava berxwedaneke pîroz de ne û ev agahî parve kirin:

17’ê Mijdarê li qada Tirwanîş a girêdayî Metînayê, gerîlla bi ser çeperên dagirkeran de girtin.

Çalakî ji 2 baskavn ve pêk hat.

Di encamê de bi giştî 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Her wiha 2 çeper û 2 konên ku leşker lê diman hatin rûxandin.

Li herêma Zapê jî 17’ê Mijdarê dagirkerên li derdora qada Şehîd Adil bûn armanca lêdana gerîlla.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 17 Mijdarê bi dehê caran Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kirine.

Back to top button