Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa derbarê tecrîdê de daxuyanî dan

Gelê herêmê li dijî tecrîda girankirî ya li Imraliyê li qadan in. Jinên Tebqa û Helebê li dijî tecrîdê bang li CPT kirin ku rewşa li Îmraliyê eşkere bikin.

Kombûna Jinên Zenubiyayê li Tebqayê der barê tecrîdkirina rêber Apo de daxuyanî dan û tecrîd şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê re hemû qanûnên navneteweyî binpêdike.

He wiha bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan kirin ku der barê rewşa rêber Apo de agahiyan bide..

Jinên li taxa Şêxmeqsûd: Ji bo azadiya rêber Apo em ê di nava çalakiyan de bin

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî derbarê tecrîdê de axivîn û diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo ew ê dest ji çalakiyan bernedin.

Back to top button