YPG’ê nasnameya 2 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên xwe Cûdî Qendîl û Hûseyîn Gabar ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk him raste rast û him jî bi riya komên çete her êrişî rojava kiriye û got: “Bi hemû cûreyên çekan di 20’ê çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir.

Rûxmî teknîka pêşketî ya dewleta Tirk jî şervanên me yên bi rûhê APO’yî û gelê me yê berxwedêr li dijî êrişan berxwedanek destane nîşan dan.

Destana ku 58 rojan li nava Efrînê dom kir, bi saya têkoşîn û berxwedana bi sedan ji hevrêyên me ên wek Cûdî Qendîl û Hûseyîn Gabar ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûn pêk hat.

YPG’ê di daxuyaniya xwe behsa tekoşîna hevrêyên xwe Cûdî û Hûseyîn jî kir û wiha got:

“Herdu hevrêyên me her yek ji wan li cihekî cûda yê welatê me hatine dinê lê dilê wan ji bo Şoreşa Rojava lê da..

Her du hevrêyên me zarokên welatê Rojê bi sekn, berxwedan û helwestên xwe bûn lehengên mînak..

Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me Cûdî û Hûseyîn li pey xwe hiştin wê her tim rêya me û gelê me ronî bike.”

YPG’ê sersaxî ji malbatên her du şehîdan û ji gelê kurdistanê re xwest û soza xwe ya ji bo şehîdan dubare kir.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya her du şehîdan wiha ne:

Nasnav: Cûdî Qendîl

Nav û Paşnav: Ebdilah Ehmed

Navê Dayikê: Emîne

Nav û Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Adara 2018’an

Nasnav: Hûseyîn Gabar

Nav û Paşnav: Idrîs Şîmşek

Navê Dayikê: Gulê

Nav û Bav: Ebdilah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 12’ê Adara 2018’an

Back to top button