Erdheja li Bakurê Kurdistanê bûye sedema zirareke mezin a canî û madî.
Hejmara qurbanên erhejê li Sûriyê li 3 hezarî derbaskir.
Çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê 3868 kes tomar kirin..
6 Sibatê , Roja ku sedema mirina bi hezaran.
Lê hîna jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne.
Helbet em qala Erdheja ku li Bakurê Kuriditanê û Sûriyê qewîmî dikin.
Erdheja qewîmî Sûrî jî pê bandor bû.
Malweraniyek mezin bi xwere anî.
Sûrî ya ku para xwe ji her tiştî girt bîrîneke din li birînên wê zêde bûn.
Û ev 5 rojin her ku diçe bîlanço girantir dibe.
Kes jî bi hewara wan ve naçe, her çendî Rêveberiya Xweser alîkarî şand jî lê deriyê sînor nehatin vekirin.
Hejmara qurbanên erdheja li Sûrî li 3 hezarî derbaskiriye ..
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 120 bajar, bajarok û navçeyan ziyan dîtine ..
Li tevahiya herêmên Sûriyê 3868 kesî heta niha jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî di bin kavilan de ne.
Çavdêriyê destnîşan kir ku hezar û 2190 ji wan li herêmên Hikûmeta Şamê ne.
Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê jî da.
Her wekî li herêmên Rêveberiya Xweser jî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Îhtîmala rûdana erdhejeke din heye.
Metirsî hîna heye.
Bi hezaran di bin avahiyan de ne.
Tevî vê jî heya niha kes çavê xwe li Sûriya venekiriye.



