“Divê girîngiyê bidin rewşa mirovî û nakokiyên siyasî bidin aliyekî”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El Mihbaş bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekê, girîngiyê bidin rewşa mirovî li gel ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê rê nadin ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine, bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariyên mirovî amade kirin da ku bişîne herêmên bakur rojavayê Sûriyê..

Ev yek jî da ku piştgiriyê bide kesên ji erdhejê zirar dîtine.

Lê hikumeta Şamê û dewleta Tirk nahêlin ev alîkarî bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş girêdayî mijarê axivî..

Ebid Hamid El Mihbaş diyar kir ku me ji roja yekemîn ve, daxuyanî da ku amade ye alîkariyên mirovî ji xelkê me yê sûrî re bişîne û got:

“Karwanekî alîkariyên mirovî li korîdora Um Cilûd a Minbicê rawestiye ..

Berpirsên Rêveberiya Xweser heta korîdorê bi karwanê re bûn.

Me têkilî bi aliyekê navneteweyî re danî ji bo ku karwan bigihêje cihê xwe.

Niha karwanek din tê amadekirin ji bo ku bişînin herêmên li hundirê Sûriyê.

El Mihbaş balkişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo şandina alîkariyan û got:

Ebid Hamid El-Mihbaş: Em alîkariyê dişînin hikûmeta Şamê bersiv nade

“Tevî bangawaziyên me ji bo hêzên li bakur rojavayê Sûriyê û hikumeta Şamê da ku van alîkariyan pêşwazî bikin, lê tu bersiv tune ye.”

El Mihbaş tekez kir ku divê niha em girîngiyê bidin rewşa mirovî.

Alîkariya xelkê xwe li her derê bikin. ”

Ebid El Mihbaş dawiyê tekez kir ku çi ji destê Rêveberiya Xweser were dê bike, sotemenî, alîkariyên mirovî û tiştên din dê pêşkêş bike.

Back to top button