Serokê Îranê Ibrahîm Reyîsî vê sibehê, bi serdaneke fermî gihîşt Şamê.
Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand, Reyîsî li ser serê şandeyeke wezarî ya siyasî-aborî, gihîşt balafirgeha Şamê ya navdewletî.
Ajansê diyar kir ku serdan dê 2 rojan dewam bike û Reyîsî dê bi Beşar Esed re bicive û danûstandinên siyasî û aborî yên berfireh pêk bîne.
Berdevkê hikumeta Îranê Elî Cehremî duh Sêşemê ragihandibû, ev serdan piştî vexwendineke fermî ji aliyê Beşar El-Esed ve, pêk tê.
Ev serdan, yekemîn serdana serokkomarekî Îranî bo Sûriyê, ji sala 2011’an ve ye.