“Ramanên Rêber Apo riya rizgarkirina mirovahiyê ye”

Li hemberî tecrîdê bertekên gelên ku bi fikr û fesefeya wî bawer in zêde dibin.

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên têkîldarî tecrîdê ev tişt anî ziman:

“Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji komployên herî mezin ên li dijî xwediyê fikrên azad in.

Kesên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in bi rêya gelek ezmûnan planên ku wan dikirin hedef vala derxistin.

Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê yekê ye.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin,

li hemberî siyaset û planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rabûn. Her wiha li hemberî terorê sekinîn.”

Hiqûqnas Îmad El Hemed jî diyar kir ku azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo rêya rizgarkirina mirovahî ji koletî, zilm, despotî û rizgarkirinan jinane.”

Şehba-Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 7 hezar belavok hatin belavkirin

Back to top button