Di bin silogana “Rêxistinkirina civaka êzdî misogeriya têkbirina komkujiya ye” yekitiya Ezdiyên helebê panelek li dar xist.
Beşdarên panelê eşkere kirin ku civata êzidî xwe ji tunebûnê û komkujiyan parast.
Yekitiya Mala Êzidî ya Helebê têkildarî bandora modela demokratîk li ser kurdan, êzidiyan û gelê herêmê, her wiha rola Rêber Abdullah Ocalan di birêxistinkirina civata êzidî de, panelek li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.
Berpirsê têkiliyên dîplomasî yê kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Nebo mijara yekemîn a panelê bi rêve bir.
Pişter deriyên nîqaşan hat vekirin.
Hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD’ê şaxê Helebê Eyşe Hiso jî axivî û got:
“Civat û baweriya êzidî tevî komkujiyan jî, xwe ji tunekirinê parast.
“Civata êzidî bi çand û zimanê kurdî ve girêdayî ye. Ji ber wê rûbirûyî fermanan bû. Mayîna kurdan bi parastina civata êzidî ve girêdayî ye.