Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest

Gerîlayê HPG’ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) duh bi merasimekê li Helebê hate bibîranîn.
Îro jî bi sedan Şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn bin konê sersaxiyê û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Gerîlayê HPG’ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) di 31’ê Tebaxê de di şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Duh Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şehîd Şoreş Berxwedan merasîma bîranînê li dar xist.

Îro jî Meclisê ji bo şehîd Şoreş Berxwedan, konê sersaxiyê li ber mala wî veda.

Bi sedan Şêniyên herdu taxan sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştî rêzgirtinê kesên axivîn weha gotin:

“Têkoşerên me ji bo em bi azad bijîn, canê xwe feda kirin.

Bi hebûna lehengên mîna şehîd Şoreş wê ala me li ba be û wê dijmin li hemberî hêzên me têk biçe.”

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî banga xurtkirina têkoşînê hat kirin û ev tişt hat ziman:

Divê em layîqî fedakariyên şehîdên xwe bin ûxeta wan bişopînin.

Dawiya merasîmê nasnameya şehîd Şoreş Berxwedan hat xwendin û dirûşme hatin berzkirin.

Back to top button