Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanekî artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bab El Hewa ya bakurê Idlibê hat hedefgirtin.
Navendê ragihand ku karwanekî artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bab El Hewa li nêzî herêma Batbo ya bakurê Idlibê bi topan hat hedefkirin û got:
Jêdera topbaranê nehat zanîn.
Li gorî navendê duh bi şev karwanekî leşkerî ku ji nêzî 15 erebeyên leşkerî, alavên leşkerî û yên lojîstîk pêk dihat, di deriyê sînor ê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê re derbasî “herêma bêçek” bû.
Hat diyar kirin karwanê piştre berê xwe da eniya Mestûma ya başûrê Idlibê.