Rojnameya Ingilîz a The Morning Star jî Erdogan weke terorîst, sûcdarekî şer û hevalbendê cîhadîstan bi nav kir.
Rojnameya Ingilîz a bi navê The Morning Star jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
Erdogan terorîstekî deqkirî, sûcdarekî şer û hevalbendekî cîhadîstan e.
Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer dike û kuştina seroka Partiya Sûrî ya Pêşerojê Hevrîn Xelef weke mînaka vê destnîşan kir.
Her weha rojnameyê destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li Serê Kaniyê bi kar aniyê.



