Ramî Ebdulrehman: Erdogan dixwaze guhertineke demografîk li Bakurê Sûrî pêk bîne

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, armanc û çavnebarbûna dewleta Tirk li bakurê Sûrî eşkere kir.

Birêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand ku serokê Tirkiyê Erdogan, bakurê Sûrî weke mal û milkê xwe dibîne.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku Erdogan li serkeftinekê digere,bi taybet piştî eşkerekirina têkiliya wî bi DAIŞê re.

Birêveberê Çavdêriyê bal kişand ser girtina çeteyên DAIŞê yên vê dawiyê û got:

Dewleta Tirk idia dike ku ew serçete û endamên DAIŞê digirin, lê ya binakok ew e ku ev çete li herêmên di bin dagirkeriya Tirk bixwe de tên girtin.

Ramî Ebdulrehman anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze guhertineke demografîk li herêmê çêbike, nimûneya vê jî Efrîn e.

Birêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand ku Erdogan û istixbarat Tirk bi darê zorê şêniyên Efrînê yên resen koçber kirin da planên xwe yên guhertinê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button