NY: Li DYE’yê 100 hezar zarokên koçber girtî ne

Netewyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka 103 hezar zarokên koçber li girtîgehan an jî li navendên dersînorkirî hene

Piştî ku Donald Trump bû Serok, polîtîkayên DYE’yê yê li dijî koçberan giran bû û her roj derbarê wan de qanûnek derdikeve.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yek ji welatên sereke ye ku zarokên koçber lê girtî ne.

Parêzerê mafê mirovan ê Awusturyayî Manfred Nowak, ji Ajansa AFP’ê re axivî û ragihand ku 103 hezar zarokên koçber li girtîgehan an jî li navendên dersînorkirî hene.

Parêzerê Awusturyayî diyar kir ku zarokên girtî bi tena serê xwe an jî bi malbata xwe re hewldan derbasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bibin.

Leave a Reply

Back to top button