Bobelata Xwezayî ya ku li Kenya, Hindistan û Endonezyayê rû da bû bandorek gelek neyênî li ser mirovên li wan welatan dijîn kir.
Li Kenyayê 277 kes, Hindistanê 8 kes û Endonezyayê jî 52 kes ji ber lehî û bahozê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo kesên winda bûne û di bin kavilan de mane xebatên rizgarkirinê didome.
Her wiha avahî, binesazî û erdên çandiniyê yên wan welatan xisarek mezin dît.
Li Kenyayê jî lehî û hewayê xerab bandorek neyênî li welêt kir.
Rayedaran ragihandin ku kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 277 kesan.
Her wiha ji hewayê xerab 411 hezar kes bandor bûne û 56 hezar malbat jî neçar man malên xwe biterikînin.
Li seranserî welêt 62 navendên tenduristiyê xisar dîtiye û ji ber vê 53 nexweşiyên kolera hatiye tespîtkirin.
Li aliyê din 9 hezar erdên çandiniyê xisar dîtiye û 4 hezar ajal jî mirine.
Hikumetê ji bo kesên ji lehiyê bandor bûne 167 kamp çêkir.
Li Hindistanê bahoz: 8 kes mir û 59 kes jî birîndar bûn
Her wiha ji ber bahoza ku li bajarê Mumbaî yê Hindistanê rabû 8 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn.
Li Balafirgeha Mumbayê seferên balafiran ji bo demeke kurt hatin rawestandin.
Xebatên rizgarkirinê yên ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li Endonezyayê hejmara windahiyan gihişt 52’yan
Li aliyê din li Endonezyayê ji ber şemîtîna axê û barîna baranê ya zêde kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 52’yan.
Di vê bobelatê de 37 kes birîndar bûn û 27 kes jî winda ne.
Li gor daxuyaniya ajansa Rêveberiya Bobelata Netewî li Sumatra ya rojava termê 7 kesan hatiye dîtin.
Ji ber rewşa hewayê xebatên rizgarkirin û lêgerînê jî rawestiyan.
Li seranserî eyaletê 3 hezar 396 kes ji cihê xwe bûn û 249 avahî jî wêran bûn.



