Emmanuel Macron: Nabe ku Tirkiye ji bo êrîşa li Sûrî ji Nato’yê alîkarî bixwaze

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re civiya û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan da.

Macron got, “Nabe ku Tirkiye hem li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê piştgiriya vê bixwaze.”

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron di roportajeke xwe ya ku despêka mehê de gotibû, ‘Mirina Mejiyê NATO’yê pêk hatiye’.

Emmanuel Macron piştî vê nirxandinê îro li Qesra Elysee bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re civîya.

Macron bal kişand ser bertekên welatên NATO’yê ya li dijî êrîşên dewleta tirk li ser bakurê Sûrî û weha got:

Nabe ku Tirkiye hem li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê piştgiriya vê bixwaze.

Hevdîtina di navbera aliyan de ji bo civîna NATO ya 3-4’ê Kanûnê ku li Londonê pêk were, weke nirxandina pêşwext bû.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî îro careke din bang li welatên NATO’yê kir û xwest hemû welatên NATO’yê li gorî daxwaza dewleta Tirk tevbigerin.

Leave a Reply

Back to top button