Bi boneya 12. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Kongra Star, Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) û ji Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî dan, têkoşîn û berxwedana jina silav kirin û soza parastina dedkeftiyên jin û şoreşê dan.
Bi boneya 12. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Kongra Star hemû şehîdên şoreşa jinê bi bîr anîn û daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de got:
“Jinan pêşengiya şoreşê kir, tev li karker, mamoste û hunermendan roleke bingehîn lîst, ji ber wê şoreşa 19’ê Tîrmehê veguherî şoreşa hişmendiyê û guhertinê.
Êdî şoreş bû şoreşeke siyasî, çandî û civakî û tevahî pêkhateyên civakê hemêz kir û gelê herêmê bi pêşengiya jinan serî hilda. Emê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin, şoreşa xwe biparêzin û xwedî li deskeftiyê şehîdan derbikevin.”
Y.J.Ê.R: Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi hevgirtina pêkhateyan bi ser ker
Bi heman armancê Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) jî daxuyaniyek da.
Y.J.Ê.R di destpêka daxuyaniya xwe de salvegera şoreşê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got:
“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêkhate û gel li ser rêya azadiyê bûn yek û şoreşa xwe ya ber bi demokrasiyê ve lidar xist.”
Parastina destkeftiyên şoreşê erk û berpirsiyariya tevahî keç û xortên Rojava ye.
Em bi hêza ciwanên xwe bawerin û dikarin li hember tevahî siyasetên li dijî gelê Rojava bisekinin.
Herî dawî Y.J.Ê.R di daxuyaniya xwe de şehîdên Şoreşê bi bîr anîn û salvegera şoreşê li hemû şerfanan pîroz kir.
TAJÊ 12. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir
Li aliyekî din jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi heman wesîleyê daxuyaniyek da û gelê Rojava silav kir û got:
Heta dawiyê em ê piştevanên Rojava û şoreşa wê bin. Ji ber ku yên hatin alîkariya civaka Êzidî, gel û ruhê Şoreşa Rojava bûn.
Yên hatin alîkariya civaka Êzidî, gelên Rojava bûn, ruhê Şoreşa Rojava bûn.
Şoreşa Rojava ji bo me bû mînak ji bo pêşketinê.
Em li şagirdên Serok Apo pîroz dikin. silav û hezkirina me ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re heye.”



