Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûkê civiyan.
Piştî civînê partiyan ragihandin ku ew hemû li ser wê yekê hemfikir in ku postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be.
Zêdetirî heft meh di ser hilbijartina endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê re derbas bûn lê hîn jî postê bajar diyar nebûye.
PDK bi Eniya Tirkmenan û aliyên Ereb ên şovenîst ên nêzîkî Tirkiyê re tevdigere û nahêle postê bajar bibe Kurd.
Lewma vê yekê jî rê li ber aloziyeke mezin vekiriye.
Di 11’ê Tîrmehê bi serokatiya Rakan Cîbûrî yekemîn rûniştina encumena bajar di bin zexta Serokwezîrê Iraqê de pêk hat.
Lê ji ber ku tu lihevkirineke pêşwext di navbera aliyan de nehatibû kirin, rûniştin bêyî hilbijartina parêzgeh û serokê encumenê bi vekirî hat hiştin.
Piştî wê jî 30 roj ji Encumena Bajarê Kerkûkê re hatine dayîn ku hikûmeta xwecihî ya bajêr ava bike û postên bi wekalet tijî bike.
Têkîldarî vê nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên Kerkûkê li hev civiyan.
Nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî piştî civînê daxuyanî dan çapemeniyê.
Berpirsê Navenda Komela Dadger a Kurdistanê Rêbaz Sabîr encamnameya civînê ji çapemeniyê re ragihand û got:
“Hemû partiyên Kurdistanî li ser wê yekê hemfikir in ku postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be.
Divê civîna berpirsên yekem ên partiyan pêk were û ev yek her meh bi bomdarî dewam bike.”



