Li Înglistanê Mîhrîcana Şehîdên Tolpûddleyê hate lidarxitin.
Kurdistanî jî bi stran, govend, şanoyên folklorîk û dirûşmên xwe mohra xwe li mîhrîcanê dan.
Serokê Giştî yê Kongreya Sendîkayan (TUC) Matt Wrack di Mîhrîcanê de axivî û got:
“Ez têkoşîna gelê Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe û edaletê teqdîr dikim.”
Mîhrîcana Şehîdên Tolpûddleyê ku li Înglistanê dihat lidarxistin 3 rojan dewam kir.
Mîhrîcan bi meşeke bi heybet a bi beşdariya bi hezaran karker, kedkar, koçber, ekolojîst û endamên tevgerê li hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistaniyan ji London, Exeter û Liverpoolê beşdarî mîhrîcanê bûn û bi stran, govend û şanoyên folklorîkî mohra xwe li mîhrîcanê dan.
Karkerên Îngîlîz bi lêdana çepikan piştgirî dan Kurdan.
Sendîkayên ku piştgirî didin pêngava azadiya Rêber Apo li wir banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Meş ku heta Qada Şehîdên Tolpûddleyê dewam kir li wir veguherî mîtîngê.
Serokê TUC’ê yê Îngilistanê Wrack: Ez têkoşîna Kurdan teqdîr dikim
Serokê Giştî yê Kongreya Sendîkayan (TUC) Matt Wrack ku nûnertiya 5,5 milyon karkeran dike, axaftina dawî ya mîhrîcanê kir.
Matt Wrack beşdarbûna bi coş a gelê Kurd silav kir û got:
“Ez bixêrhatina gelê Kurd dikim û têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û edaletê teqdîr dikim.”
Silavkirina Wrack a ji bo Kurdan li qadan bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Piştî axaftina Wrack hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê û stran gotin.
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’î re şandin



