Ji bo malbata Gerîlaya YJA-Starê şehîd Jiyan Rêdûr li bajarê kobanê merasîmeke sersaxiyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de, hat diyar kirin ku Şehîd Jiyan Rêdûr bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Şêniyên Til Hemîsê jî sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Beşar El Fadil re xwest.
Îro li bajarê Kobanê ji bo Gerîlaya YJA-Starê şehîd Jiyan Rêdûr merasîmek sersaxiyê hat lidarxistin.
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr 30’ê Hezîrana îsal li Metînayê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Ji bo sersaxiyê, kon li taxa Şehîd Yehya a li bajarê Kobanê hat vedan.
Di merasîmê de Xwîşka şehîd Jiyan, Rêdûr Mûsa axivî û got ew bi şehadeta xwişk û birayê xwe serbilind e.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî jî diyar kur ku ewê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û têkoşîna wan bidomînin.
Li bin kon wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî balbatê hat kirin.
Merasîma sersaxiya ji bo malbatê dewame.
Ji malbata şehîd Beşar El Fadil sersaxî hat xwestin
Xelkê Til Hemîsê jî, malbta şehîd Beşar El Fadil bi tenê nehiştin.
Şervanê QSD’ê Beşar El Fadil 24’ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li gundê Wawiyê yê Til Hemîsê hat vedan.
Li vir jî kesên axivîn sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û gotin:
Şehîdên me ji bo welat, xak û rûmeta gelê xwe bê-dudilî canê feda kirin.
“Gelê ku ji bo welatê xwe şehîdan dide, serî ji dijmin re natewîn e.



