Xelkê Pênciwênê ku ji ber bombebarana dewleta Tirk ziyanek mezin dibînin, daxwaz ji hikûmeta Herêm û Iraqê kirin ku li pêşiya êrişan bigrin.
Xelkê Pênciwênê dibêjin, ji ber bombebaranên dewleta Tirk zirarekî mezin li ser jîngeha deverê çêbûye.
Serokê Rêxistina Milkew a ji bo parastina jîngehê Rêbwar Kemal dibêje, ji ber şewatên ku salane rû didin metirsiyek mezin li ser daristanên xwezayî yên deverê heye.
“Yek ji sedemên van şewatan bombebaranên dewleta Tirk ên bi rêya balefirên bê-mirov e.
Li gor amaran ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagirker hinek car 8 heta 12 hezar donim daristanên xwezayî yên deverê dişewitin.
Welatiyê bi navê Emîr Cemal jî destnîşan kir ku Pênciwên devereke geştiyariyê ye û bombebaranên dewleta Tirk dibe sedem geştiyar serdana deverê nekin.
Emîr da zanîn êrişan di aliyê aborî de jî ziyan gihandiye deverê û bang li hikûmeta Herêmê kir sinorên xwe biparêze.



