Gerîlayên azadiya Kurdistanê dîse li herêmên Metîna, Rojavayê Zapê û Heftanînê li dagirkeran dane.
Di encama çalakiyên gerîla de, derbe li 2 çeperan hate xistin, kepçeyek hate bêkêrkirin.
Her weha li gelek qadan tevgera dagirkeran jî hate rawestanin.
Dagirkerên ku li hember berxwedana gerîla bêçare mane, qadên gerîla bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarç çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir yekîneyên gerîla bi pêşengiya artêşa jinê YJA-Starê li gelek herêman li dagirkeran xistin.
HPG: Li 2 çeperan hate xistin, kepçeyek û mobeseyek hate bêkêrkirin
Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyên gerîla ev tişt hate gotin:
“Li herêma Metîna,
24’ê Tîrmehê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê hate xistin û derbe li 2 çeperan hate xistin.
Roja piştî wê jî, hêzên me li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê helîkoptera dagirkeran neçar kir ku ji qadê dûr bikeve.
Di heman rojan de, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dagirkerên ku dixwastin li girê Cûdî sîstema kameraya mobesse deynin hatin hedef girtin.
Her wiha gerîlayên YJA-Starê li girê Amediyê jî kepçeyek dagirkeran bêkêrkirin.”
HPG’ê diyar kir gerîlayên YJA Starê 24’ê Tîrmehê jî li herêma Heftanînê bi çekên giran li Qereqola Kiryareş xistin.
Qadên gerîla bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin
Dawiya daxuyaniyê, têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî hatin parvekirin:
“Di nava 3’ê rojên dawî de herêma Xakurkê, Rojavayê Zapê û Qendîlê bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derketine.
Her wiha girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.



